Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Annan li Beyrûda paytexta Libnanê ye bo bi karbidestên bilind re bipeyive bo qewîtirkirina rawestana şerê di navbera Îsraîl û Hîzbullah de.
Firokeya rêzdar Annan îro duşem gihîşte firokexaneya navneteweyî li Beyrûdê. Rêzdar Annan wê bi karbidestên Libnanî re kom bibe da ku bipeyivin li ser rewşa piştî şerrî û tedbîrên ku lazimibin bo bicîhanîna biryarnameya Neteweyên Yekgirtî ya bo rawestana şer.
Rêzdar Annan wê bi serokwezîrê Libnanê Fuad Sînyora û peyivdarê parlamanê Nebî Berrî re kom bibe. Karbidestên Libnanî dibêjin wê serokê Neteweyên Yekgirtî pêşnîyaza daxwaza 15 hezar aştîperezên ku li başûra Libnanê bêne bikaranîn bînê zimên.
Karbidest dibêjin wê rêberên Libnanê zorê bidin rêzdar Annan da ku sengîyê deyne ser Îsraîl ku dorgirtina li ser Libnanê yên ji behr û hewayê rawestîne.
Libnan dibêje ew dorgirtin li dijî biryarnameya Neteweyên Yekgirtî ya bo rawestana şerî ye. Îsraîl dibêje wê ew dorgirtin bidomin heta ku hêzên Neteweyên Yekgirtî li ser sînorê Libnanê bicîh bibin û nehêlin ku bi dizî çek têkevin destê Hîzbullahê.
Wisa çaverê tê kirin ku wê rêzdar Annan li ser du babetan bipeyive, yek jê kontrol kirina sînorê di navbera Sûrî û Libnanê de û ya din jî îhtîmala pêguhorîna girtîyan di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de.