Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Annan: Dibe ku Îsraîl dorgirtina li ser Libnanê roja pêncşembîyê rabiket


Bawerpêkerê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan dibêjît ew çaverê diket ku Îsraîl dorgirtina hewayî û behrî û erdî li ser Libnanê heta roja pêncşembîyê rabiket.

Rêzdar Annan evro li bajêrê Alexandria li Misrê gote peyamhinêran ku ew çaverê diket pirsa dorgirtinê heta 48 saetê dî bête çareser kirin.

Îsraîlê dorgirtin li ser Libnanê danabû da nehêlî çek û cebilxane bigehine Hizbullah û dibêjît ew dorgirtinê ranaket heta ku hêzêt navnetewî negehêne Libnanê.

Rêzdar Anna çi dîyar nekir li ser egerêt geşebînîya xwe. Lê wî gote peyamhinêran ku ji ber dîyar bûna hindek başnîyazê ew çaverê diket ku ev dorgirtine bête rakirin.



XS
SM
MD
LG