Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî 5. Salvegera 11ê Îlonê bi bîr tînin


Duşema îro Amerîkî di pêncemîn salvegera 11ê Îlonê de êrîşên terorê bi bîrtînin.

Serok Bush salvegerê bibîranî bi du deqîqeyên bêdengîyê, tevî polîs û agirkujan li demjimêr 8:46 û 9:03 bi dema bajêrê New Yorkê di wî eynî wextî de ku êrîşbiran herdu firoka li Navenda Bazirganîya Cîhanî dabûn û herdu bircên cêwîk daxistibûn.

Îro wê rêzdar Bush tevlî rêûresmên Pentagonê jî bibe li nêzî paytextê vî welatî ku firokeyek li wê avahîyê jî ketibû û herwisa li erdekî vala li nêzî Pittsburgh li Pennsylvania ku firoka çaremîn lê li erdê ketibû piştî ku rêwîyên wê firokê êrîşbirên têde zeft kiribûn.

Berî vê bi pênc salan îro di wan êrîşan de nêzî sê hezar kes hatibûn kuştin.

Serok û xanima wî Laura Bush do, roja yekşemê bê his û bis seredana wî cîyê ku jê re dibêjin "ground zero" kirin li bajêrê New Yorkê ku berî bên daxistin herdu bircên cêwîk li wir radiwestîyan.


XS
SM
MD
LG