Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cheney dibêje Amerîka bi slamettir bûye


Cîgirê serokê Amerîka Dick Cheney dibêjît şerê li Iraqê û bizavêt dî yêt dijî terorîzmê li pênc salêt buhorî Amerîka bi silamettir kiriye.

Rêzdar Cheney da zanîn ku demê xirabkarîyê li Iraqê dirêj bûye ku bûye eger pitir hingavtî hebin û destûdar bi zehmettir lêbit hêj ku çaverê hate kirin. Lê dibêjît hilbijartinên li Iraqê sala buhurî guhorîneke mezin bû di bizavekê de bo vegerandina tenahîyê li wî welatî.

Li çavpêketineke televizyonî de roja yekşembî cîgirê serokî got ya bi zehmet e ku bipêşveçûna şerê dijî terorê bi diristî bi nirxînin.

Lê rêzdar Cheney got rastî ewe ku tora terorîst ya Usame Bin Ladenî ne şiyaye çi hêrîşêt dînav Amerîka de biket piştî sala 2001ê û eve jî nîşana hindê ye ku rêbazêt rêveberîya serok Bush bi eger bûyne.

XS
SM
MD
LG