Breaking News

Li Sûrî êrîşa bi ser balyozxaneya Amerîka ve hate rawestandin

Wezareta Navxweyî ya Sûrî dibêje hêzên tenahîyê êrîşeke li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Şamê rawestandine û tu kesên ku li balyozxaneyê kar dikin brîndar nebûne û nehatine kuştin.

Karbidest dibêjin sêşema îro dema ku êrîşbiran li derveyê balyozxaneyê bizava teqandina otomobîleke bombabarkirî kiriye, hêzên tenahîyê sê ji wan êrîşbiran kuştine û yê çaremîn jî birîndar kiriye.

Li Washingtonê Wezareta Derve ya Amerîka got hêzên tenahîya Sûrî zûzûka asayîşê bi pêk anîne.

Sûrî ev bizav wek "êrîşeke terorîst" anî zimên belê karbidestan di derbarê bizavkaran de tu agahî belav nekirine ku ka gelo destê kî di vê êrîşê de hebûye.

Dema ku ev bûyer qewimîye, hêzên tenahîyê dor li cîyê ku avahîyên dîplomatîk tê de bûne girtine û şahid dibêjin di wê demê de duekî reş bi esmana diket û dengê teqîna gulle û bomba ji deverê dihat.

Peyamhinêrekî ku ji wê derê nûçe radigihand dibêje polîsan otomobîlên din yên li der û dora deverê parqkirî ji wir bi dûrve xistine bi tirsa ku ew jî bombabarkirîbin.

Di televizyona Sûrî de jî nîşan dida ku otomobîleke şewitî ji wê deverê ber bi dûr ve dihate kaş kirin.







XS
SM
MD
LG