Desthelatdarêt Iraqî dibêjin li sê peqînêt cuda li Bexda bi kêmî 3 kes hatin kuştin û bi deyan kes birîndar bun.
Herwesa wezareta navxoya Iraqê roja şembî pilanek ragehand ku dê xendeqekê li durmandûrê paytextê Iraqî lêden da weneken xirapkar û otombîlêt bombrêj kirî biçine nav paytextî.
Peyvdarekê got bitinê 28 xalêt vekolînê liser rêkêt serekî, ku bu Bexda diçin, dihêne danan.
Ji layekê dîve, desthelatdarêt Iraqî dibêjin termêt pitr ji 35 kesan li nav û dervey Bexda hatine vedîtin ewêt roja eynî. Bivêş jimara termêt ku ewêt roja çarşembî hatine vedîtin gehiştîye pitr ji 150 terman.