Vatîkanê ragehand ku Pope Benedict pir bi dil mexabinya xwe dyar kir biramberî axaftinêt wî kirî liser Islamê.
Rêberêt Musilmana li seranserî cîhanê rexine li rêberê dêra Katolîkêt Roman girt jiber gotarekê ku wî li Elmanya pêşkeş kir û têda axaftina impratorekê Beyzentînî dubare kireve ku gotye peyamber Muhemed bitinê karêt xirapî û ne mirovantî bu xelkî înaye, ji wan şerê pîroz an Cihad.
Vatîkan, li beyannamekê da ku roja şembî belav bu, dibêjit ku dêr bi rêz ve dinêrîte Musilmana û Musilman xudayê tak û tenah di peristin.