Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Ebbas digel serok Bush û wezîra derve ya Israelê kom bît


Karbidestêt Felestînî dibêjn serok Mehmûd Ebbas kombunêt xwe digel Hemasê ragirt liser pêkînana hikumeta yeketîya niştîmanî.

Harîkarêt birêz Ebbasî dibêjin wî kombun ragirt jiber ew axaftinêt ku rêberêt bilindêt Hemasê kirbun ku gotibu ew bi rêkeftinêt demkî yêt aştîyê digel Israelê razî nabin.

Serok wezîrê Felestînî û rêberê Hemasê Ismayl Henîye roja şembî got hikumeta yeketîya niştîmanî li jêr desthelata wî pênasê bi mafê Israelê yê hebunê naket.

Hevdem, karbidestêt Felestînî dibêjin birêz Ebbas li vê heftîyê digel serok Bush û wezîra derve ya Israelî Tzipî Livnî li New York kom bît.

XS
SM
MD
LG