Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Ocalan daxwaza agirbestê kir


Rêberê zîndanîkirê serhildayên Kurdên Tirkîye Abdullah Ocalan daxwazê ji Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK diketin ku agirbestekê rabigihînin.

Îro pêncşem rêberê Kurd ew daxwaz kir bi daxuyanîyekê ku bi rêya berevankarên xwe ji zindana xwe ya li girava Îmrali belav kiriye.

Ew dibêjetin wê agirbest alîkarîyê bidetin bo dîtina çareserîyeke bi aşitî û demokrat bo pirsa Kurdî.

Ocalan li sala 1999ê hatibû girtin û wê demê PKKê agirbest digel hikumetê ragihandibû. Ewey dawî înana wê agirbestê li sala 2004ê şer li başûra rojhilata Tirkîye germ bûyeve.

Ewey ji sala 1984, serhildayên Kurd şerî dikin jibo desthilateke otonomî li herêma başûra rojhilata Tirkîya û pêtir ji 30 hezar kesan di wan şerran de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG