Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Revînkarî firrokeya Tirkîyê revande Îtalyayê


Destgehên ragehandinê yên Tirkîyê dibêjin kesê ku roja Sêşembî firrokeyeke Tirkîyê revandî alîkarî ji Papa Benedictî xwestîye da ku serbazîyê neket.

Karbidestên Tirk got navê wî revînkarî Hasan Ekîncî ye û ew firroke li hindav Yewnanîstanê revandîye. Firroke ji Albanyayê ber bi Stenbulê ve diçû û 113 mirov têda bûn. Firroke bi silametî nişîya bajêrê Brîndîzî yê başûra Îtalyayê bêyî ku zîyan bigehîte kesên têda.

Karbidestên parastinê yên Îtalyayî lêkolînê diken ka kesekî alîkarîya revînkarî kirîye ji ber ku wî gotîye firrokevanî ku ew du kes in.

Destgehên ragehandinê yên Tirkîyê dibêjin Ekîncî olê xwe guhartîye û bûye Mesîhî. Ew dibêjin ew serbaz bû, û li demê bêhnvedana ji xizmeta leşkerî revîye û çûye Albanyayê. Karbidestan got ew li Stenbûlê li benda wî bûn û gava ku ji firrokê dihate xarê ew dê girtiba.

Wî revînkarî daxwaza penayê ji Îtalyayê kirîye.

Raportên berê digot revînkarî ji bo dîyarkirina nerazîbûna xwe ji gotinên vê dawîyê yên Papa Benedictî derbarê Îslamê da û ji seredana Papa bo Tirkîyê li meha têt ew kiryar kirîye.

XS
SM
MD
LG