Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice bi rêberê Kurd yê Iraqê re li ser Lihevhatina Netewî peyivî


Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice di roja diduan ya seredana xwe ya Iraqê de li bakûr bi serokê Hêrêma Otonom ya Kurdistanê re kom bû.

Piştî axaftina xwe ya bi rêzdar Mesûd Barzanî re li bajêrê Erbîlê xanim Rice gote peyamhinêran wan li ser proseya lihevhatina netewî ya Iraqê û bi gotina wê bala Iraqeke yekgirtî ya demokratîk peyivîne.

Rêzdar Barzanî anî zimên ku ew çiqasî ji dilûcan ‘Iraqeke demokratîk û sîstema federalîzmê’ dixwaze.

Ev seredana xanim Rice ya Erbîlê di wê demê de ye ku nexweşîya di navbera hikumeta Iraqê û Kurdan de zêdebûye li ser jêderên niftê yên vî welatî ku parçeyê mezin bi petrolê di nav Herêma Kurdistanê de ye.

Rice ji Bexdayê çûbû Erbîlê . Roja pêncşemê li Bexda huşdarî kiribû li rêberên sîyasî yên Iraqê ku tevî cudahîyên xwe li hev bikin û tundûtûjîya tîreyî rawestînin.

Li Bexda karbidest dan zanîn ku qanûndanerekî Kurd û şifêrê wî roja pêncşemê hatine revandin û piştre cendekê wan hatine dîtin.

Leşkerê Amerîka got roja pêncşemê du serbazên Marîn yên Amerîkanî li rojavaya Bexda di şerekî de hatine kuştin.

Ji roja septê û virdaye 25 serbazên Amerîkî hatine kuştin û ji dema ku Amerîka Iraq dagirtîye û heta niha ango ji sê salan were heta niha jimara kuştîyan gihîştîye 2700.



XS
SM
MD
LG