Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra rojhilata Tirkîye 21 kes ji ber lehîyê mirin


Karbidestên Tirk dibêjin ji ber baraneke giran ku lehî pê rabûne, li herêma başûra rojhilata Tirkîye ku bi giştî Kurd lê dijîn bi kêmîve 21 kes mirine.

Karbidest dibêjin di vê karesata herî mirovkuj de li Dîyarbekirê şeva sêşemê 14 rêwî piştî ku mînîbusa wan bi lehîyê ketîye mirine.

Vê mînîbusê mêvanên dawetekê ji Dîyarbekir dibire Mêrdînê dema ku li ser rêya nêzî Çinar, di herrîyê de asê maye. Şifêr û sê rêwîyên din berî ku ava lehîyê mînbusê dagirê, jê derletine û bi vî awayî sax filitîne.

Karbidest dibêjin herwisa bi kêmîve heft kesên din jî roja sêşemê li Dîyarbekir û Şirnexê ji ber lehîyê mirine.

Serbazên Tirk ji bo ku bi sedan kesên ji ber lehîyê di malên xwe de asê mane xelas bikin helîkopter û botan bikar anîne.

Şarezayên hewayê dibêjin wisa xuyaye ku wê barana giran hêj rojeke din jî li başûra rojhilata Tirkîye bidome.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bi serokê Odeya Dixtorên Dîyarbekirê Dr. Adem Avcikiran re hevpeyvînekê kir û agahîyên dawî di derbarê lehîyê de jê wergirtin. Eger bixwazî li vê hevpeyvînê guhdarî bikî, ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje 'Li hevpeyvîna bi Dr.Adem Avcikiran re guhdarî bike' bitiqîne.



XS
SM
MD
LG