Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hatin û çûn li paytext û du parêzgehêt Iraqê dête berbend kirn


Desthelatdarêt Iraqî fermana berbend kirna hatin û çûnê li Bexda û du parêzgehezêt welatî ragehand berî hukim dana serokê berî Seddam Hûsênî roja yekşembî bi tawanêt dijî mirovayetî.

Karbidestêt Iraqî roja şembî got ku berbend kirna hatin û çûnê roja yekşembî li demjimêr 6 yê sipêdê (bi demê xwecihî) dest pê diket û hemî hatin û çûnêt xelkî û otombîla vedgirît û heta demekê nedyar berdewam dibît li Bexda û parêzgehêt Dyale û Selaheddîn.

Herwesa firokexana nêvneteweyî ya Bexda dihête girtin.

Seddam û hefit ji harîkarêt wî yêt berî bi tawana kuştina nizîkî 150 Şî’a li sala 1982 li gundê Deceyl dêne dadgehî kirn.

XS
SM
MD
LG