Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi şertê alîkarîya rojavayê Hanîye amade ye ku serokatîyê neke


Serokwezîrê Felestînî Îsmaîl Hanîye serbi gruba çekdar ya Hamas dibêjît ew amade ye serokatîya hikumeta yekîtîya Felestînî neket eger eve bibîte eger bo destpêkirina va harîkarîyêt rojavayê bo desthilatdarîya Felestînî.

Piştî nivêja roja eynî li mizgeftekê li Xezze birêz Hanîye got welatên rojavayê nevêt ew li hikumeta nû pişikdar bît û ew amade ye vê yekê bike, eger domahîyê bi azara îşkencêt gelê Filistînî bînit.

Partîya Feth ya serokê Felestînî Mahmûd Abbas danûstendinê digel Hamas diket li ser pêkînana hikumeteke yekîtîya niştimanî, lê ew prose gihîştîye rêkeka girtî, jiber ku Hamas razî nebûye beranberî hebûna binyateke sîyasî ya nermrê ya Felestînî ku pênasê bi Îsraîlê kete û bi rêkeftinêt aşitîyêt demkî nêvbera Îsraîl û Felestînîyan razî dit.

XS
SM
MD
LG