Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela nirxandinê:”Divê Amerîka xwe ji Iraqê vekêşîne”


Rojnameke Amerîkî radigihînitin ku Komela du partîya nirxandina rêbaza Amerîka li Iraqê(Iraq Study Group) dê pêşnîyaza vekêşana qonax bi qonax ya Leşkerê Amerîkî biketin.

The New York Times raport dike ku pêşnîyaza deh endamên grupê nirxandinê bi awayeke rastewxwe rojek dîyar nekiriye bo vekêşana hêzêt Amerîkî li Iraqê belê ew çend rohn kiriye ku divêt mana leşkerê Amerîkî bê domahî nebitin.

Her li vê demê karbidestên berevanîyê yên Koreya Başûr dibêjin ew nexşeyekê dadirêjin bo domahî înanê bi erkê serbazê xwe li Iraqê heta dawîya sala 2007ê.

Îro pêncşem karbidestê berevanîya Koreya Başûr got ew hizra dirêj kirina demê erkê serbazan dikin heta dawîya sala 2007ê, belê hikumet divêt li eynî salê domahî bi hebûna wan li Iraqê bînetin.



XS
SM
MD
LG