Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl kiryarên xwe li Kenara Rojava kêm dike


Hikumeta Îsraîlî ferman da hêza leşkerî bo xurt û bi hêz kirina şerrawestandineka lawaz digel milîtanên Filistînî li Xezze kiryarêt xwe li Kenara Rojava kêm bikin.

Karbidestêt Îsraîlê dibêjin hêza leşkerî bo girtina milîtanêt daxwaz kirî çi hêrîşa li Kenara Rojava nakin.

Bi tenê hingî nebit ku efserêt bilind fermana girtina wan bidin. Berî hingî efserêt pille nizimtir dişîyan fermana girtina milîtana biden.

Îsraîl dibêje armanc ji wê biryarê ew e ku çi kiryar li Kenara Rojava neqewimin ku milîtanan bi azirînin û bibine eger ku milîtan ji Xezze muşeka bavêjin.

Berî heftîyekê biryareke şerrawestandinê hate cêbicê kirin.

Şevî dî hêzêt Îsraîlê 15 milîtan li Kenara Rojava girtibûn. Îsraîl herwisa dibêjît milîtanên Filistînî bi havêtina muşekan şerrawestana yek heftîyê dişkênin.



XS
SM
MD
LG