Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergei Lavrov dibêjît danana ambargoyeke xurt li ser Îranê ji ber xebata wê ya zaxkirina Uranyumê dê bibîte bizavekî bêberpirsîyarî û bikêrnehatî.
Berî civîna linav Rusya û 5 welatên dî yên hêzdar li Parîsê, Lavrov li Brukselê bi peyamhinêran ra peyivî.
Wî got bizavên welatên Rojavayî ji bo cizakirina Tehranê nagehine armancê û dê encamên berevajî biden. Lê wî her wesa got Rusya pişta qedexeyeke ser veguhastina teknolojî û kelûpelên ji bo zaxkirina Uranyumê bo Îranê diket.
Dîplomatên 5 welatên herdem yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rusya û Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî û nûnerê Elmanyayê komdibin ji bo axiftina derbarê îhtîmala ambargoya ser Îranê da bipeyivin.