Çekdarêt bi cilkêt leşkirê Iraqî karmendêt rêkxistîya Heyva Sur ya Iraqî li Bexda revandin. Bi kêmî 24 mêr li nivîsingeha wê rêkxistîyê li Bexda hatin revandin.
Ev hêrişeş hevdem bu digel seredana serok wezîrê Berîtanî, Tony Blair, bu Bexda.
Li konfiranseka rojnamevanî digel serok wezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî, birêz Blair sozda ku Berîtanya bi berdewamî piştevanîya Iraqê diket. Wî got Berîtanya dê pişt rast ket ku dîmokrasya Iraqê ji layê tîrorista nahête jinav birin.
Piştî Bexda, birêz Blair çu başora Iraqê da digel serbazêt Berîtanî kom bibît.
Hevdem konfiransa aştbuna niştîmanî bu roja duyê li Bexda berdewam bu.