Di şerrê linav komelên neyarên Filistînî, Hemas û Fetihê da li devera Xezze bi kêmî ve pênc mirov hatine kuştin, 18 jî birîndar bûn.
Peyamên roja Sêşembî direng ji devera Xezze bi ser zarê karbidestekî Filistînî ragehand ku ew du komel pêkhatîne ku çekdarên xwe ji kolanan vekêşin ji bo heweke dî ya rawestandina şerrî.
Berî hingê, Serokê Filistînî Mehmud Ebbasê ji Fetihê gazî hemî komelan kir ku şerrî rawestînin.
Serokwezîrê ji Hemasê Îsmaîl Henîye jî, li ser televîzyonê ji Filistînîyan xwest ku xwe li dijî Îsraîlê bikene yêk. Wî Amerîka gunehbar kir û got ew hewla wergêrana hikûmeta wî didet.
Li Kinara Rojava, serbazên Îsraîlî du mîlîtanên Filistînî kuştin.
Li demê ku şer belav dibû, Şahê Irdûnê Ebdillahî got ew amade ye ku wan komelên neyar ji bo danûstandinan mêhvan biket.
Ebdillah ew pêşnîyar paş kombûna îro li Emmanê bi Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmertî ra kir.