Dadgeheke pêdaçûnê li Iraqê biryara cezayê mirinê ji bo Saddam Huseyn pejirand li ser kuştina 148 gundîyên Şî’e, li sala 1982.
Serokê dadgehê Arif Şahîn sêşema îro dîyar kir ku li dû qanûna Iraqê cezayê mirinê lazime di nav 30 rojan de bête cîh.
Meha buhurî dadgeheke Iraqê biryara daleqandina Saddam dabû ji ber kuştina Şî’eyên bajêrokê Duceyl piştî bizava kuştina Saddam li wê derê.
Dadgeha pêdaçûnê herwisa biryara dadgeha jêrîn bo daleqandina zirbirayê Saddam Barzan Îbrahîm El Tikrîtî jî û ya ji bo dadwerê berê Ewad El Bender jî pejirand li ser kuştinkarîyên li Duceyl.
Dadwerên dadgeha pêdaçûnê ji dadgeha jêrîn xwest ku careke din bala xwe bide biryara cezayê heps kirina heta dawîya jîyanê ji bo cîgirê serok yê berê Taha Yasîn Ramazan. Dadgeha pêdaçûnê dibêje lazime ew jî bê daleqandin.
Gelek Şî’e îro ji bo biryarê şahîya kirin lê Erebên Sinnî yên ku li dema Seddam desthilatdar bûn û kêmanî ne li vî welatî ev biryar weke biryareke sîyasî anîn zimên.
Parêzvanên Saddam û komeleyên mafên mirovan yên navnetewî di dema dadgehkirinê de rexne li biryarê digirtin.
Saddam herwisa hêj li ser sûcê qirkirinê; li ser Enfalê jî tê dadgehkirin ku dadpirs dibêjin bi vê kiryara sala 1988 hezar û heyştsed Kurd hatine kuştin.
Hêzên Amerîka Saddam li nêzî warê wî Tîkrîtê girtibûn, li meha 12 ya sala 2003, heyşt meh piştî dagirtina Iraqê ji alî hêza bi rêberîya Amerîka ve, ku bûbû sebebê ladana Saddam ji desthilatê.