Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush: Amerîka camêrî û dirustîya Ford ji bîr naket


Serok Bushî got Amerîka ji ber koça dawîn ya 38emîn Serokê Amerîka Gerald Ford xemgîn e. Bushî got ew şeva Sêşembî bi telefonê bi xanima serokê berê Betty Fordê ra axiftîye û wî û xanima wî Laurayê li ser navê Amerîkîyan daxwaza serxweşîyê ji wê û endamên dî yên malbata Ford ra kirîye.

Serokî got ‘‘Serok Ford zelamekî mezin bû ku salên herî baş dane xizmeta Welatên Yêkgirtî.’’ Serok Bushî di gotara xwe bo welatî da behsê wê xizmeta Serokê berê Gerald Fordî kir û got ew bi rastî camêr bû û sembola baştirîn xasyetên kesayetîya Amerîkî bû.

Bushî li mala xwe ya Texasê got li demê nûnerîya Kongresê û Cihgirîya Serokî, hemî kesên ku Gerald Ford nas dikir, rêzû rûmet jêra digirt. Serokî got ‘‘Li 9ê Tîrmeha sala 1974ê ew bû serok bêyî ku her yêkcar daxwaza wî cihî biket. Ew li demê dubendîyeke kûr û tevlihevîyeke mezin hate ser desthilatê. Ji bo niştimanê hewceyî saxbûnê, û karekî pêwîstî bi destekî tena û binecih, Gerald Ford bi mera giheşt gava ku me ji hemî deman pêtir pêwîstî pê hebû.’’

Serok Bushî got gelê Amerîka Serok Ford bi rastûdirûstîya wî nas kir, û heyranê wê xasyeta wî ya girêdayîbûna bi erk û xebatê bû.

George Bushî got welatî behîya Gerald Ford danaye, dê her û her sipasdarê xizmeta wî bît û ew 38emîn serokê Amerîka dê di bîra niştimanî da her xwudanê cihekî taybetî bît.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG