Serokê Fransayê Jacques Chirac got şerê li Iraqê netenahî li tevayê rojhilata naverast dirust kirîye û rê daye ber belavbûna terorê.
Birêz Chirac ev têbînî îro eynî dan li demê dawîtirîn gotara xwe ya serê salê bo mezine dîplomatan li Parîsê. Wî got şerrî guhorîneke ji nişkêva peyda kirîye û li du gotina wî hêjta maye tevayê encamên wê xuya bin. Herwisa wî got şerrê Iraqê duberekî di nav Iraqîyan bixwe de peyda kirîye.
Fransa hevalbendeke Amerîkî ye belê dijbereke mezine dagirkirina Iraqê bû ji alîye Amerîka ve li meha 3-Adara sala 2003.
Ji alîyê xwe ve serokê Misrî Husnî Mubarek rexne li demê sêdaredana serokê ladayî yê Iraqê Saddam Huseyn girtine û şêweyê encam dana wê.
Di hevpeyvînekê de digel rojnameke Îsraîlî, serokê Misrî got, wî ji serok Bush re nivîsandibû jê xwestibû sêdaredan ne li cejna qurbana Misilmanan bitin. Wî got li sêdaredan bê rûmetî bû.