Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelek ji qanundanerên Amerîkî li dij biryara Bush in


Rêberên Demokrat ku piranîya Kongresê di destê wan de ye û gelek ji qanundanerên Komarî dijberîya xwe tînin zimên li hember zêdekirina jimara serbazên Amerîkî li Iraqê.

Serok Bush çarşema îro di demek dereng de bi rêberên Kongresê re kom bû, berî axaftina xwe ya duvedirêj ku wê îşev bike li ser Iraqê, da ku ji wan re bi kurtayî bipeyive. Wisa tê çaverê kirin ku ew ê behsa şandina 21 hezar serbazên din bike.

Peyivdara Civata Nuneran Nancy Pelosi ji bo vê kom bûnê got ji dêvla ku serok Bush bi wan bi şêwire, ew ji planên xwe "agahdar kirine."

Rêberê Kêmanîyê yê Civata Nuneran John Boehnerê ku Komarî ye dibêje ew zane ku gelek endamên Kongresê şikê ji serkeftina plana serokî dikin lê belê dibêje bi gotina wî "ev bo me çara herî baş e ji bo serkeftina li Iraqê."

Belê gelek senatorên ji partîya serok Bush eşkere kirine ku ew li dijî zêdekirina jimara serbazên Amerîkî yên li Iraqê ne. Senatorê Komarî Norm Coleman çarşema îro got bi vî awayî zêdetir serbazên Amerîkî di nav tundûtûjîya tîreyî de dibin hedef.


XS
SM
MD
LG