Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zebarî dibêje Amerîkîyan avêtîye ser nivîsgeha bo têklatîya bi Îranê re


Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî dibêje ew avahîya ku Amerîkîyan di kiryara xwe ya roja pêncşemê de kiribû hedef, nivîsgeheke bo têklatîyên bi Îranê re bû û wê sibêroj bibûya balyozxana Îranê.

Zebarî îna îro got nivîsgeh ev deh sal in li Erbîl dihat bikaranîn, li bakûra Iraqê, ku di bin hukmê Kurdan de ye. Hêzên Hevalbendîyê roja pêncşemê berî ku roj bavîje dest bi vê kiryarê kirine.

Leşkerê Amerîka dibêje şeş kes hatine girtin bi şika ku destê wan di kiryarên li dijî hêzên Amerîkî yên li Iraqê de hebûne. Dibêjin yek ji wan şeş kesan hatîye berdan.

Hikumeta Herêma Kurdistanê û Îran rexne li vê kiryarê girtine. Îro Rûsya got nabe kiryarên wisa bên kirin.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka Îran gunehbar dike bi piştevanî û alîkarîya maddî bo xirabkarên li Iraqê û bi destûrdana wan xirabkaran ku karibin bi serbestî ji ser erdê Îranê derbazî Iraqê bibin.

XS
SM
MD
LG