Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê hizar û du sed serbazêt Amerîkî gehiştine Bexda


Leşkirê Amerîkî ragehand ku 3,200 serbazêt Amerîkî (li yekeya 82 Airborne) gehiştine Bexda li dîv pilana serok Bush bu harîkarî kirna hêzêt parastina Iraqê bu ragirtina tondûtîjî ya tayîfî.

Ev hêze li roja yekê heyva du dest bikar dibin. Nizîkî 17,000 serbzêt dî li çend rojêt bihên bu Iraqê dêne hinardin.

Roja yekşembî hêrişêt xirpakara berdewam bun li Iraqê.

Polîsê Iraqî ragehand ku li du peqînêt otombîla li Bexda bi kêmî heft kes hatin kuştin û nizîkî 20 kesêt dî birîndar bun.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku çar serbaz û marînekê Amerîkî roja şembî li parêzgeha Enbar hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG