Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî bi nexşa xwe ya bo parastina Bexda bawer e


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêjît nexşa wî ya bo parastina Bexda çi cihekî bo milîtanan nahêlît ku xwe lê veşêrin, heta heke jimareka bomba jî li bajêrê bêne peqandin.

Di gotareke xwe de evro bo parlamanê Iraqî, rêzdar Malikî ji sîyasetvanêt hemî alîyêt civaka Iraqî xwast da piştevanîya nexşa wî biken bo parastina Bexda.

Wî ew têbînî red kirin ku dibêjin nexşa wî derfeta domahîyê ye bo bidomahî înana zêdegavîyêt tîreyî û dibêjît ev şerre dê berdewam bin heta ku parastina Bexda misoger dibît.

Bi alîyekî dî ve evro bi hêrîşeka xwekuj, bi otomobîleka bombekirî li alîyê Kerrade li Bexda 20 kes hatine kuştin û 18 brîndar bûn.

Berî hingî çar Iraqîyên dî hatibûne kuştin û nêzîkî 20a brîndar bûbûn demê motorsaykleka bombekirî li bazareka dî li Şorca peqî her li Bexda

XS
SM
MD
LG