Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Negroponte bi Iraqeke demokratîk bawer e


Berbijarê serok Bush yê ji bo wezîfa cîgirayetîya wezîra derve ya Amerîka dibêje ew di wê bawerîyê de ye ku hêj mimkun e ku Iraq di derbazbûna pevajoya ber bi demokrasîyê ve de bi serkeve.

John Negroponte îro li Civata Senatorên Amerîkî, di kombûna bo pesend kirina wezîfa xwe de got sernekevtin û şikestineke li Iraqê bi gotina wî "ji bo Iraqîyan û Amerîka karesatek e."

Dema bersiva pirsa Demokratekî Komîteya Têklatîyên Derve ya Civata Senatoran ya Amerîka (ya Joseph Biden) dida Negroponte got hikumeta Bush bi Îran û Sûrî re têklatîyeke bilind nameşîne bo aş kirina rewşa li Iraqê.

Wî got ji bo ku danûstendin bi Îranê re destpêbikin lazime Îran dev ji bernameya xwe ya navokî berde û Sûrî jî lazime şervanên biyanî yên ku dadikevin nav Iraqê rawestîne.

XS
SM
MD
LG