Civata Senatorêt Amerîkî kombûnekê diket li ser berbijar kirina General George Casey ku bibîte Serokê Stunê Leşkerî yêt Amerîkî.
Evro di kombûna Komîteya Karûbarêt Leşkerî da ya Civata Senatoran, senatorê Komarî John McCain ji Casey pirsî ka stratejîya serok Bushî kar diket an ne. Casey got nexşa serok Bushî bo hinartina pênc hêzêt dî yêt leşkerî têra hindê hene ku harîkarîyê biken bo rawestandina zêdegavîyêt tîreyî li Iraqê.
Senator McCain berbijarekî serokatîyê ye bo sala 2008ê, got ku General Casey pêzanînên dirust nedabûne Kongresê li ser pêşveçûna şerî li Iraqê.
McCain got şîyan û berpirsyarîya Casey wek ku Qumandarê Hêzêt Amerîkî yêt berê nuke li Iraqê têxîte ber pirsyarê.
Senatorêt serekî yê Demokrat û Komarî li ser jimareka biryara kar dikin, dijî nexşa serokî bo hinartina pitir hêzêt Amerîkî bo Iraqê.