Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran xetabarkirinên Amerîka mandel û haşa diket


Tehran xetabarkirinêt Amerîkî mandel û haşa diket ku dibêjît rêberêt mezinêt Îranî ferman daye bo hinartina bombêt pêşkeftî yêt ser cadda bo xirabkaran li Iraqê.

Peyivdarekî Wezareta Derve ya Îranê evro got xetabarkirnêt Amerîkî cihê qebûlê nîne û ew Washington xetabar dikin ku belgename çêkirîne.

Di hevpeyvînekê de digel telfîzyona ABC serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad got welatê wî bizavê diket ku xwe ji giriftarîyê biparêzît û got hingî dê aştî vegereteve Iraqê demê hêzêt Amerîkî û hêzêt dî yêt bîyanî têne vekêşan.

Roja yekşembî komeleka karbidestêt mezinêt Amerîkî li Bexda hindek belge nîşa rojnamevana dan ku dibêjin piştrast dikin ku ew bombêt ser cadda ku dijî hêzêt Amerîkî hatine bikarînan li Îranê hatine çêkirin û dibêjin ewey sala 2004ê bi peqîna van bomban bi kêmîve 170 serbazêt Hevalbenda hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG