Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîye rexne li Îsraîlê girt


Serokwezîrê Tirkîye rexne li Îsraîlê girtin û got ew welat tevî nerazîbûna Misilmanan karê avakirinê nêzîkî mizgefta pîroz El Aqsa li Urşelîm-Qudsê didomînit.

Recep Tayîp Erdoganî got ew bixwe dê alozîya Tirkîyê ji ber wî karê nêzîkî wî cihê pîroz bigihênîte serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmertî ku biryar e ku sibê bo seredaneke du rojî biçîte Anqarê.

Çêkirina rêyeke kevnar li nêzîkî mizgefta El Aqsa bûbû egera şer û lêkdanan bi çend rojan li nav polîsên Îsraîlê û xwenîşandanên Felestînî.

Şehirdarê Urşelîm-Qudsê roja duşembî jiber nerazîbûna Misilmanan daxwaza nexşeyeka nû ya avakirinê ji karbidestan kir.

Lêkolîna jibo bermayên kevnar li wê derê dê bidomît.

Erdoganî got ew li hêvîyê ye ku Îsraîl helwêsta xwe biguhorît û rêzê li pîrozîya cihên olî bigrît.

XS
SM
MD
LG