Rêvebirê rêbaza derve ya Yekîtîya Ewropî (YE) Javier Solana dibêjît ew dê heftîya têt bi seredan biçîte Surîyê.
Ew dê di du salan da bibîte yêkemîn seredana karbidestekî bilind ji wê Yekitîyê.
Solana roja eynî li kombûna bilind ya Yekitîya Ewropî li Brukselê got ew dê her wesa sera Libnan û Erebîstana Saudî jî bidet. Ew dibêjît erka wî nemaze karê bi Surîyê ra derbarê pirsa Libnanê da ye.
Serokê Fransayê Jacques Chiracî berî niha rê nedabû têkilîya YE bi Surîyê ra ji ber gotinên li ser pişka Şamê di kuştina Serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî da.