Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush: Bila Îran û Surîye ji bo Îraqê ya ku dibêjin bipêjin


Serok Bushî gazî Îran û Surîyê kir ku bizavan biken li dû wan gotinên xwe ku dibêjin ew dixwazin alîkarîya tenakirina rewşa Îraqê biken.

Serok Bushî roja Yêkşembî li Kolombîyayê got Îran û Surîye dikarin alîkarîya aramkirina rewşa Îraqê biken bi nehêlana çûna çek û êrişkerên xwekuj bo li nav Îraqê.

Serok Bushî li Bogotayê, li konferanseke rojnamevanîyê digel Serokê Kolombîyayê Alvaro Uribe got ‘‘Niha wan soz û pêgirtin dayne ku ew dê alîkarîya Îraqê biken, ku ez dibêjim tiştekî qenc e. Û ez dibêjim faydê dî ji wê konferansê ew e ku hikûmeta Îraqê hindek bawerî pê hatîye.’’

Serok Bushî got xebat piçekê xurttir bûye û pişikdarên kombûna Bexdayê xwe amade diken ji bo konferansa duwê li rêza wezîran. Serokî got li wê konferansa têt serokatîya şandeya Amerîka dê Wezîra Derve Condoleezza Rice biket.

Rojnamevanan ji Serokî sozên Îran û Surîyê li Bexdayê pirsîn ku ew dê ji bo rawestandina şerrê li Îraqê alîkar bibin. Bushî got wî bi wan gotinan xweş e, lê divêt bizavê bibînît.

Buhî got ‘‘Li sîyasetê û li dîplomasîya navneteweyî gotin bi sanahî ye. Heger ew bi rastî jî dixwazin alîkarîya aramkirina Îraqê biken, ew dikarin hindek tiştan biken wek nehêlana hatina çekan û an êrişkerên xwekuj bo li nav Îraqê.’’

Serok Bush li meha yêk ragehand ku ew dê 21 hezar û 500 serbazên dî yên Amerîka bişînît ji bo nehêlana şerrûlêkdanên li Bexdaya paytext û li wîlayeta Enbar. Serokî li van rojan ragehand ku ew dê 4 hezar û 700 serbazên dî bihinêrît. Gava ku jê hatî pirsîn ka ew jimara serbazan dê her zêde biket, Bushî got ew koma dawîn ya serbazan ji bo xizmeta serbazên li nav şerrî ye.

Serokî got ‘‘Wan serbazên li nav şerrî dê pêwîstî bi hindek piştevanîyê hebît û ya ku gelê Amerîka li Îraqê dibînît ew e --ango serbazên piştevanîyê alîkar bin da ku ew serbazên şandî bikarin karê xwe biken.’’

Serok Bushî bi wê derfetê gazî Kongresa Amerîka kir ku daxwaza wî bo pareyên ji bo şerrî bêyî şertûmerc bipejirînît. Serokî roja eynî pêtir ji 3 mîlyar dolaran ji Kongresê xwestin ji bo serbazên ku wî îsal şandîn. Ew ji bilî diravê bi 93 mîlyar û 400 mîlyon dolaran e ku Kongres niha hizrên xwe li ser diket.

Serok Bush li seredana xwe bo Amerîka Latîn ji Kolombîyayêyê çû Guatemala.

Li paytextê Kolombîyayê xêrhatineke leşkerî lê hate kirin, lê pêtir ji hezar kesan li dijî Bushî nêzîkî yêkûnîv kîlometreyan li derveyî Bogotaya paytext xwenîşandanek kir. Hindek ji wan bi polîsan ra şer kir, alayên Amerîka şewitandin û zîyan gihande sûkûdikkanan.

XS
SM
MD
LG