Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezine rêberê El Qaîde plana 11ê Îlonê xist stuwê xwe


Li du daxuyanîya ku roja çarşemê ji alî Pentagonê ve hate belav kirin, Xalid Şêx Muhammed sucê plankirina êrîşên 11ê Îlonê yên sala 2001ê, ji serî heta binî xistîye stuwê xwe.

Di kombûna dadgeheke leşkerî de vî hevwelatîyê Pakistanê herwisa sucên plan kirina zincîreke êrîşan xistîye stuwê xwe. Ji van êrîşan yên bi nav; êrîşa li New Yorkê, bi ser Navenda Bazirganîya Cîhanî da, ya li sala 1993, êrîşa bi bomba ya bi ser avahîya şahîyê ve, li Balî ya li Endonezyayê û bizavên neserkeftî yên bo teqandina firokeyên Amerîkî bi rîya bombeyên di nav sol û pêlavan da veşartî.

Li Pakistanê karbidestên bilind yên hikumetê dibêjin li xwe danîna van sucan serkeftineke mezin e. Pakistanê alîkarîyê dabû, bo bi destvexistina Muhammed li sala 2003.

XS
SM
MD
LG