Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taha Yasîn Ramazan hate îdam kirin


Rayedarên Iraqî Taha Yasîn Ramazan, cîgirê serokê berê yê Iraqê Saddam Huseynî îdam kir ji ber rola wî di kuştina 148 Şî'eyan li bajarkê Duceyl li sala 1982 da.

Rayedar dibêjin ew karbidestê rejîma Baas îro berî sibêdê li bingeheke leşker û polîsên Iraqê li bakûra Bexda bi qinarê vekir.

Cîgirê berê yê serokê Iraqê li çaremîn salvegera destpêka şerê Iraqê hate îdam kirin. Termê Taha Yasîn Ramazan bire bajarê Tikrît yê ku Saddam lê ji dayîk bûyî û li wêrê li tenişta karbidestên dî yên rejima ladayî veşart.

Di şerrî da karbidestên Iraqî dibêjin hêzên wan li bajarkê Amerîyê yê rojava wîlayeta Anbar 39 milîtan kuştîne. Ew şerr li nav milîtanan, serbazên Iraqî û çekdarên wan yên ji eşîran ji serbazên Iraqî yên ji wê wîlayeta Erebên Sinnî bû.

Karbidest dibêjin li Bexdayê bi otomobîleke bombebarkirî bikêmîve pênc mirov hatîne kuştin û herwisa top li hindek malan ketîye û heft mirov kuştîne.

Bi bombeyeke lêvarê du serbazên Amerîkî hatine kuştin.

Ji alîyekî dî ve generalekî Amerîkî Michael Barbero gote peyamhinêran li Washingtonê li Wezareta Berevanîyê gote peyamhinêran serhildayan bi qest û mebest zarok kuştîne.

XS
SM
MD
LG