Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seredana  serok Celal Talabanî bo Erebistana Suudî


Bi mebesta beşdarî kirinê di kombûna bilind ya Komkara Welatên Erebî da ku biryar e li rojên 28 û 29ê vê mehê li Erebistana Suudî bête girêdan, birêz Celal Talabanî serokkomarê Iraqê bi serokatîya wezda hikumeta Iraqî gihîşte Erebistana Suudîyê.

Li firokexanê ji layê mîrê Erebistana Suudîyê û cîgirê serokwezîran ve bi merasîmeka fermî pêşwazî lê hate kirin. Her li firokexanê ji layê Sekreterê Komkara Welatên Erebî ve pêşwazî lê hat kirin.

Berî destpêkirina vê seredanê birêz Talabanî li bajarê Silêmanîyê xuya kir ku birêz Hoşyar Zebarî, Wezîrê Derve yê Iraqê daxwazên Iraqîyan xistîye nav wê bernama Kombûna Bilind. Her wisa geşbînîya xwe nîşa da ku wê kombûna bilind ya Komkarên Erebî bo rewşa Iraqê başe û wê daxwazê li Komkara Welatên Erebî kin ku têgihîştineke baş hebît ber rewşa Iraqê û Komkara Welatên Erebî jî hevkarîya Iraqê biket li hember şerê dijî terorîstan.

Hêjayî gotinê ye li gor jêdera rewşa Iraqê û kêşeya Felestîn babetên serekî yên Kombûna Komkara Welatên Erebî ye û piranîya kombûnên bilind yên salên buhurî Komkarên Welatên Erebî nekarîne li ser kêşên serekî bigejîne rêkeftin û bi tundî rexne ji hevdu girtine.

XS
SM
MD
LG