Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dyala polîsek hate kuştin yek hat revandin û yek jî brîndar bû


Li bajêrokê Mendelî li parêzgeha Dyala bi buseyeka xirabkaran yek polîs hate kuştin û yek brîndar bû û yek jî hatîye revandin.

Peyamhinêrê me Letîf Nîrweyî di raporta xwe de radigihîne û dibêje:

Evro grupeke çekdar li nêzîkî bajêrê Mendelî buseyek dana û di encamê de mefrezeka polîsan ket ber buseya wan çekdaran û piştî wê efserek hate kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Wan çekdaran dest bi ser tirimbêla polîsan da girt û ew tirimbêl digel polîsek din revandin.

Bajarkê Mendelî ser bi parêzgeha Dyala ye û yek e ji wan deverên milmilaneya netewî li ser e û ew efser û polîsên ku bûne nêçîra wan çekdaran jî Kurd in.

XS
SM
MD
LG