Ofîsa serokatîya Koreya Başûr dibêjît serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dê li heftîya bêt biçîte seredana Seul û digel serok Ru Muh Kion kom bibît.
Karbidestêt Koreya Başûr dibêjin seredana sê rojî ya rêzdar Malikî dê li 11ê vê mehê destpêket.
Rêberê Iraqî dê digel rêzdar Ru û serokwezîr Handek Su kom bît da li ser jimareke pirsan biaxivin, yek ji wan bizavêt avakirna Iraqê û dê digel rêberêt sîyasî û yêt kardarîyê kom bît da behsê zêde kirina hevkarîyê biket di jêderêt xurustî û hêz û têhnêt da.
Rêzdar Malikî bilindtirîn karbidestê Iraqî ye ku diçîte seredana Koreya Başûr, piştî hikumeta Iraqî li meha 5-Gulanê, sala buhurî desthilat wergirtî.
Iraqê balyozxana xwe li Seul vekirîyeve. Korye Başûr 2300 serbaz li bakûra Iraqê hene ku dibîte welatê sêyê bi jimara serbazan piştî Amerîka û Brîtanya.