Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nurî El Malikî spasîya Japonê kir bo piştevanîya wê di avakirina Iraqê de

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî spasîya Japonê kir li ser piştevanîya wê bo avakirina Iraqê.

Wî ev têbînîye dan li yekemîn roja seredana xwe da li Tokyo. Rêzdar Malikî evro axift li destpêka kombûna xwe digel Wezîrê Berevanîya Japonê.

Herwisa rêberê Iraqê digel împaratorê Japonê û hevsera wî li Qesra Împaratorî li Tokyo kom bû.

Rêzdar Malikî dê digel serokwezîrê Japonê evro kom bît da bizavê biket Japon berdewam bibît li ser piştevanîya xwe bo avakirina Iraqê.

Di seredana xwe ya çar rojî da bo Japonê çaverê tête kirin ku rêkeftinek bête kirin da Japon 700 milyon dolaran bi deyn bidete Iraqê bo serdemkirina sazgeh û karxanêt Iraqî.

Japon dibêjît Iraq, jêdereka girînga petrolê ye bo aborîya Japonê.

Iraq welatê sêyemîn e di hebûna petrolê da û Japon jî petrola xwe hemîyê ji Rojhilata Naverast dikirît.

XS
SM
MD
LG