Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li paytextê Cezayîrê bombe teqîyan û pê 24 kes hatin kuştin


Beşeke El Qaîde ya li Bakûra Efrîqa ew êrîşa bi bomba ya li paytextê Cezayîrê ku bû sebebê kuştina bikêmîve 24 kesan û birîndarbûna zêdeyî 200 kesan xiste stuwê xwe.

"Rêxistina El Qaîde ya li Maxrîba Îslamî" li ser înternetê daxuyanîyek belav kir û têde ew êrîş xiste stuwê xwe. Vê komeleyê hin wêneyên ku bi gotina wan yên sê êrîşbirên xwekuj yên vê êrîşa roja çarşemê bûne belav kirin.

Gotina wan hêj bi rêyeke serbixwe nehatîye piştrast kirin.

Yek ji van bomban, çarşema îro li navenda Cezayîrê li derveyê nivîsxaneya Serokwezîr Evdilezîz Belxadem teqîya û yeke din jî li avahîya polîsan ya li parêzgeha Bab Ezwar ya li rojavayê paytextê teqîya.

Serokwezîrê ku ji êrîşê bi saxî û silametî filitî, êrîşê wek helwesteke hovane û sûcdar anî zimên.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Dagirkerên berê yên Cezayîrê Fransayê, ew êrîş şermezar kirin.

XS
SM
MD
LG