Komîteya Xaça Sora Navneteweyî(ICRC) dibêje ew xemgîn in jiber xerab bûna rewşa mirovane li Iraqê û bang dike ku kesên sîvîl çêtir bêne parastin li hember tundûtûjîyê.
Çarşema îro di raporta xwe ya hate belav kirin de Xaça Sor, behsa jimareke bûyeran dike ku bi gotina wan her yek bêguman şikandina qanûna navnetewî ya şerr e.
Xaça Sor dibêje gelê Iraqê di rewşeke "dijwar û nayê qebûl kirin" de dijî û gazî her kesên ku bandora wan li ser Iraqê heye dike û ji wan dixwaze ku bilez û dicîhda tiştekî bikin jibo stara jîyana xelkê adetî.
Raport dibêje xelkên sîvîl her diçe zêdetir dibin armanca gulle, teqîn, merivkujî û revandinên rojane.
Rêxistin dibêje ew kiryarên leşkerî yên hêzên Amerîkî û Iraqî heta niha li Bexdayê bi kêrî tu tiştekî nehatine ji bo bipêşvexistina rewşa tenahî û aramîyê.