Peyivdarekî leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêjît bi hêrîşeka bomba dinav avahîyê parlamanê da li Bexda evro heyşt kes hatine kuştin; sê ji wan endamêt parlamanê ne û pitir ji 20 kesêt dî brîndar bûne.
Generalê Amerîkî William Caldwell dibêjît bombehilgirê xwekuj pişt bendeka bombekirî hilgirtibû û got ev hêrîşe herweku hêrîşêt berê ne yêt El Qaîde li Iraqê.
Karbidestêt Iraqî dibêjin ew peqandin li xwaringehekê qewimî li devera Kesk li Bexda, ku nobetdarîyeka huşyar lê tête kirin.
Peyivdarê Parlamana Iraqî Mihemmed'l Meşhedanî gote televîzyona dewletê ku sibehî dê parlaman kombûneka taybetî ket, diser hindê re ku terorîstan hêrîş kirîne.
Berî hingî bikêmîve heyşt kes hatibûne kuştin û 22 jî brîndar bûbûn, demê hêrîşkerekî xwekuj bi qamyoneka bombekirî xwe li ser pireke serekî li ser rûbarê Dicle li Bexda peqandî û bûye eger ku jimareka otomobîla bikevine nav rûbarî da.