Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKPê Abdullah Gulî bo serokkomarîya Tirkîyê destnîşan kir


Partîya bi rehên Îslamî ya desthilatdara Tirkîye, Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP), wezîrê derve Abdullah Gul wek berbijarê serokkomarîyê destnîşan kir.

Serokwezîr Recep Tayîp Erdoganî ew biryar îro ragihand.

Yekemîn gera dengdana bo serokkomarîya Tirkîye li Parlamentoyê dê roja eynî bête kirin.

Abdullah Gul got, eger bête hilbijartin wek serok, ew dê pêgir bît bi binetarêt nedînîyê yêt sîstema Tirkîyê, ku damezrêner Mustafa Kemal Ataturkî danabû.

Destnîşankirina Gul, wek rêya li hevhatinê tête hesibandin ji ber ku serokwezîr Erdogan li bin sengî û givaştineke tund bû ji alîyê nedînîyên Tirkîyê ve ku ew xwe nekete berbijar jibo serokkomarîyê, jiber binetarê wî yê Îslamî.

Dijberê serekî yê Erdoganî Denîz Baykalî li parlamantoyê got Erdogan dest ji serokkomarîyê berda jiber dijberîya linav gelê Tirkîyê.

Erdogan dibêjît wî çi peywendî nemaye bi dîroka wî ya sîyaseta Îslamî ra û çi rojeveke wî ya Îslamî nîne, lê bi deh hezaran Tirkan bi daxwaza nedînîyê, serê vê mehê li Ankara xwenîşandan kir, da ku partîya desthilatdar tengav ken ku ew kesekî ji bilî Recep Tayîp Erdoganî bikete berbijar jibo serkkomarîyê.

XS
SM
MD
LG