Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîya rojnamevanî: Pişka Kurdî 15.salyada xwe pîroz dike


Washington, D.C., 25ê meha çar-Nîsanê, sala 2007.

Îro 15.salvegera damezirandina Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka ye. Bernameyên Pişka Kurdî gelek xweş e bi guhdarên li Iraqê, Îranê, Sûrî û Tirkîyê û herwisa li Rojhilata Navîn, Ewro-Asya, Ewropa û Amerîkaya Bakûr.

Birêvebirê Dengê Amerîka Dan Austin dibêje; “Bo 15 salan Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka nûçe û bernameyên çandî bi şêweyeke rast,û bawerpêker belav kirîye ku ev yek jibo guhdarên bi zimanê Kurdî dipeyivin li Iraq û welatên din bûye tiştek bêhempa di jîyana wan ya rojane de.”

Di lêvekoleke vê dawîyê de ji Kurdên ku bi wan re hevpeyvîn hatîye kirin, ji sedî 31 kes gotine ku wan heftîyek berî wê hevpeyvînê guh daye Dengê Amerîka; li meha sê- Adarê ya sala 2005a, ev jimar ji sedî 24 bû. Li gorî wê vekolînê Dengê Amerîka sêyemîn radyo ye ku xelk guhê xwe didinê; piştî radyoyên navnetewî yên Radyo Sawa û Radyo Monte Carlo û herwisa bi pêşî BBC û Radio Free Iraq ketîye. Di lêkolînê de agahîyeke din nîşan dide ku di 12 mehan de ji sedî 52 kesên ku bersivê dane ango zêdeyî nîvê Kurdan qet nebe carekê Dengê Amerîka seh kirîye.

Di bernameyên rojane yên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da her roj hevpeyvînên bi pispor û şarezayan re hene, raportên peyamhinêran, giftugo û nîqaş kirin hene û herwisa bernameyên ku xelk karin bi telefonan beşdar bibin hene. Bernameyên ku heftane belav dibin eve ne; Jîyan li Amerîka, Kesayetîyên Amerîkî, Pirsgirêkên Gêncan, Proseya Sîyasî li Amerîka, Çand û Huner, Pirsgirêkên Jin, Malbat û Civakê, bernameya ku gelek jê tê hez kirin; bernameya zarokan Estere Geşekan (Stêrkên Geş), Nameyên Guhdaran, Muzîka Kurdî û Amerîkî. Servîsa Kurdî herwisa heftîyê carekê di bernameya Hello Washington de derfetê dide guhdaran ku karibin li ser pirsgirêkên dawîn an aloz pirsên xwe bi rêyeke zindî bipirsin ji pispor û şarezayên ku li studyoyê amade ne an jî li ser telefonê ne.

Rojnamevanekî li Silêmanîye dibêje " Dema ku Pişka Kurdî li Dengê Amerîka hate danan ew ji me re bû hîvîyeke nû ku em nebitenê ne û kes me navîje di ser guhê xwe re û hêzên mezin piştevanîya me dikin... Xwezî 24 saetan belav bibûya an qet nebe bi kêmî 12 saetan bûya."


Guhdarên Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka dinav 30 milyon Kurdên ku li Rojhilata Navîn, Ewroasya dijîn û nêzîkî milyonek Kurdên ku li bakûra Ewropa û Amerîka ya Bakûr dijîn hene.



Dengê Amerîka ya ku bernameyên wê cara yekem li sala 1942, hatine belav kirin, dezgeheke agahîyê ya navnetewî ye ku perê wê ji ser rêxistîya fermî ya agahdarî Broadcasting Borard of Governors ji alî hikumeta Welatên Yekgirtîyên Amerîka ve tê dan. Dengê Amerîka her heftî zêdeyî 1000 demjimêran bernameyên bi nûçe, agahî, perwerde û hînkirin û çandê belav dike bo guhdarên ku zêdeyî 115 milyon in li hawîrdorê dinyayê. Bername bi 45 zimanan têne belav kirin.

XS
SM
MD
LG