Leşkerê Amerîkî dibêjît hêzêt wî endamekî mezin yê El Qaîde li Iraqê kuştîye ku dest hebû di revandina Amerîkîyan de.
Peyivdarekî leşkerê Amerîkî General William Caldwell evro got wezîrê navxwe yê wê komela xirabkaran Muharib Abdullatîf Cuburî roja sêşembî li Bexda hatibû kuştin.
General Caldwell got termê El Cuburî bi rêka DNA hatîye nasandin û daye destê eşîreta wî, lê got piştî hindî karbidestêt Iraqî term vegerandîyeve nuqteke vekolînê.
Generalî got hêzêt Amerîkî çi pêzanîn sebaret raportêt Iraqî nîne ku rêberê El Qaîde li Iraqê Ebu Eyyub'l Misrî hatibîte kuştin, herwisa rêberê Dewleta Îslamîya Iraqî Ebu Omer'l Bexdadî.
General Caldwell herwisa got dîyar e ku Surya pitir kar dike bo rawestandina derbazbûna şerkerêt bîyanî li ser tixubê wê ra bo nav Iraqê û got nûke kêmtir milîtan ji tixubî derbaz dibin.
Peyivdarekî Wezareta Navxwe ya Iraqî got hêzêt Iraqî rêk li endamêt malbata Omer'l Bexdadî, rêberê Dewleta Îslamî ya Iraqî girtibû demê termê wî vediguhast. Belê Dewleta Îslamî ya Iraqî dibêjît El Bexdadî sax e û peyivdarê wan hatîye kuştin.