Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surî û Amerîka piştî du salan cara yekem di kombûneke bilind de kom bûn


Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice roja pêncşemê nêzî çar saet û nîv digel Wezîrê Derve yê Surî Walid Muallîm peyivî li havîngeha Şerm'l Şêx li Misrê.

Rice piştra got wê behsa mesela ji ser erdê Surî derbazbûna şervanên bîyanî ser bi Iraqê ve kirîye.

Xanim Rice got wan bi hevre wek du kesên ku li ser kar bi peyivin; bi wê şêweyê axaftîye. Muallîm jî got axaftina wan "rast û bikêrhatî" bûye.

Karbidestan got li konferansê, di dema fravînê de Wezîr Rice û Wezîrê Derve yê Îranê Menuçer Muttekî jî demek kurt bi hev re peyivîne.

Hêj ne dîyar e ka wê Îran û Amerîka kombûnekê digel hev de bikin an na.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêje ew dixwaze ku Îran û Surî konrtola li ser sînorên xwe zêdetir bikin û dev ji piştevanîya milîs û xirabkarên li Iraqê berdin.

XS
SM
MD
LG