Karbidestên Iraqê û Amerîka dibêjin îna îro li nav û li derveyê Bexdayê di teqînên cuda cuda de pênc polîsên Iraqî û serbazekî Amerîkî hatine kuştin.
Leşkerê Amerîka dibêje di kiryarên li bajêrê Şî’a yê Sadr de li Bexdayê, Hêzên Hevalbendîyê 16 bergumanên terorê girtine. Dibêjin li du raportên agahîyê ev zilam dest hebûne di anîna bombeyan de ji Îranê, ku pê tanq karin qul bibin.
Leşker herwisa wêneyên çekên ku li Îranê hatine çêkirin nîşan da û got wan ew li kiryarên li Mehmudîye bi destve xistine li başûra Bexda.
Ji alîyekî din ve leşker nasîna du rêberên bilind yên El Qaîde ya Iraqê piştrast kir ku roja sêşemê di kiryareke li Tacî de hatibûn kuştin; yek ji wan şêwirmendê olî yê wê komela xirabkaran Sabah Hilal El Şihawî ye û yê din jî şervanekî bîyanî Ebu Emer El Misrî ye.
Roja pêncşemê leşker nasîna yek ji wan pênc kesên ku di kiryarê da hatibûn kuştin dîyar kiribû ku ew jî Muharib Evdilletîf El Cuburî yê wezîrê agahîya komeleyê bû.