Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gul xwe vekêşa


Wezîrê derve yê Tirkîyê Ebdullah Gul dumahî bi berbijarkirna xwe îna bu posta serokê Tirkîyê.

Birêz Gul vekêşana xwe ragehand piştî du liser sêyê endamêt perlemanî roja yekşembî bu dengdanê amade nebun.

Li heyva burî, dadgeha destûrî ya Tirkîyê encamêt gera yekema dengdana perlemanî li berjewendîya birêz Gulî helweşand jiber ku hind endamêt perlemanî bu dengdanê amade nebun da encam bête qebul kirn.

Miştûmira liser jêgirtina serokekê nu bu welatî buye egera birêve çûna xwepîşadanêt mezin li seranserî welatî ji layê Tirkêt sêkyolar ku ditirsn partîya desthelatdar karnameyeka Islamî ya veşartî hebit. Serok wezîr Receb Teyyib Erdogan û wezîrê derve Gul van gotina ret diken.

XS
SM
MD
LG