Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li çend hêrişekan bi kêmî 50 kes li Iraqê hatin kuştin


Desthelatdarêt Iraqî dibêjin bi peqîna otombîlekê li bazareka Bexda bi kêmî 30 kes hatin kuştin.

Li ew peqîna roja yekşembî ku li taxê Beyya’ çêbu bi deyan kes birîndar bun. Bi peqîneka dî ya otombîlê nizîkî Wezareta Kar li Bexda bi kêmî çar kes hatin kuştin.

Li bajêrê Samera du peqînêt xwekujî çêbun û bi kêmî heşit kes hatin kuştin, ku yek ji wan rêveberê polîsî bu.

Her roja yekşembî, hêzêt Amerîkî û Iraqî hêriş kire ser çend avahîyekan li bajêrê Sedir li Bexda.

Serbaza embarêt kerestêt peqîn û cihêt azar û eşkence danê vedîtin û bi kêmî heşit çekdar kuştin.

XS
SM
MD
LG