Breaking News

Dick Cheney seredana xwe bo Iraqê bi domahî îna

Cîgirê serokê Amerîkî Dick Cheney seredana xwe bo Iraqê bi domahî îna û soz da ku Amerîka berdewam bibît li ser karê xwe li Iraqê, di ser hindê re ku nerazîbûn li Amerîka heye, dijî şerrî.

Herwisa Cheney berevanî ji biryara serok Bushî kir ku pitir leşkerî bihinêrte Iraqê û bi karekî girîng da zanîn.

Rêzdar Cheney digel hêzêt Amerîkî li Tikrîtê kom bû, 160 kîlometre li bakura Bexda û demekî kurt piştî hingî berev Mîrgehêt Erebî yêt Yekgirtî bi rê keft.

Bi alîyekî dî ve komelek milîtanêt El Qaide li Iraqê bi navê Dewleta Îslamî ya Iraqî vîdyoyek li ser înternetê belav kir û kuştina neh serbaz û polîsêt Iraqê nîşan dan demê kuştîn û vîdyoyê we dîyar kir demê çekdara teqe li wan kesan dikir yek bi yek

Bi alîyê dî ve Leşkerê Amerîkî got Hêzêt Hevalbenda li Iraqê sê xirabkar kuştin û çarên din girtin di lêgerînekê da li bajêrê El Sadr li Bexda ku piranîya xelkê wê Şî'a ne.



XS
SM
MD
LG