Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi bawerîya serokê Iraqê, lazime Hêza Amerîkî bo saleke din li Iraqê bimîne


Serokê Iraqê Celal Telebanî dibêje ew bawer e ku li Iraqê bo saleke din an du salan, pêdivî bi hêzên bîyanî heye

Rêzdar Talabanî îna îro li Cambridge’a li Înglîzistanê got lazime Iraq di wê demê de karibe hêza xwe damezirîne û wezîfa tenahîyê pêk bîne.

Serokê Iraqê herwisa xema xwe dîyar kir di derbarê bizava li Kongresa Amerîkî da sebaret dîyar kirina demekê ji bo vekêşana hêza Amerîkî ji Iraqê.

Wî got ew hîvî dike ku wê Kongres alîkarîya Hêza Amerîkî bike da ku ev hêz karibe li Iraqê bimîne heta ku hêza Iraqî cihê wê bigre û li welatî tenahîyê pêk bîne.

Partîya Demokrat ku piranîya Kongresê di destê wê de ye zorê dide ku demek bê dîyar kirin bo vekêşana Hêza Amerîkî ji Iraqê.

XS
SM
MD
LG